Halîl Begît ê piştî êrişa çekdarî ya di 8’ê gulanê de li dijî avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bêrecûk a Rihayê pêk hat, hatibû binçavkirin hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Rihayê.

Hate zanîn ku kekê Begît, Halîl Begît gef li rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê jî xwariye.

Rêveberên navçeyê yên li ser WhatsApp’ê bi peyamê gef li wan hate xwarin derbarê Halîl Begît de serî li dozgeriyê dan û giliyê wî kirin.