DEM Partî ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re wê serlêdanê bike

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re, wê serî li Wezareta Edaletê bidin. Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li civîna koma Meclîsê ragihand ku…

‘Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo wê di sala 47’an de hîn xurt bibe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê pîroz kir û got, sala 47’an a têkoşînê wê bibe sala têkoşîneke gelekî xurt a ji her alî ve. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di ‘Bernameya Taybet’ a…

YJA Star: Damezrandina PKK’ê cejneke neteweyî ye

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ragihand ku salvegera damezrandina PKK’ê cejneke neteweyî ye, Newrozeke duyemîn e û destnîşan kir ku PKK di navenda faşîzma serweriya mêr de gogeke ji agir a ronahiya hêviyê ye. Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi…

PKK: Em ji her demê bêhtir nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne

Komîteya Rêveber a PKK’ê di peyama xwe ya bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê de got, “Em ji her demê bêhtir nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha azadiyê ne.” Komîteya Rêveber a PKK’ê,…

KCK: Bi PKK’ê re serdemeke nû ya dîrokî destpê kir

KCK’ê diyar kir ku bi rabûna PKK’ê re li Kurdistanê serdema dîroka koletî, mêtingerî û qirkeriyê bi dawî bû û got, li ser bingeha azadiyê serdemeke nû ya dîrokî destpê kir. 27’Ê MIJDARÊ Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 46’an…

PKK’ê bi têkoşîna xwe ya 46 salan êrîşên dijmin hemû têk bir’

Şervanên Ereb Şervan Agir û Yakûb Fîlîstîn diyar kirin ku PKK 46 sal in bê navber têdikoşe, êrîşên dijmin hemû têk bir û gotin, PKK bi projeya xwe ya neteweya demokratîk bûye hêvî ji gelên Rojhilata Navîn re Servan Agir û Yakûb…

Jin li qadan dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ berz dikin

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de jin li bajarên Bakurê Kurdistanê daketin qadan. Li dijî biryara qedexeyê ya Welîtiya Amedê, jin bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ meşiyan. Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê…

KJK: Jiyan bi têkoşîna rêxistinbûyî û berxwedanê dibe

Koordînasyona KJK’ê got, “Desthilatdariya qirker û faşîst a AKP-MHP’ê êvarekê qeyûm danî ser şaredariyên Dersim û Pulurê, êvara din jî dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qedexe kir. Destpêkê şaredarên li Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Esenyûrtê yên bi dengê di asta rekorê de…