Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Tenduristiyê ya DEM Partiyê, ji bo 17’ê Cotmehê Roja Ji holêrakirina Xizaniyê ya Navneteweyî’ daxuyaniyek da û got; Xizanî ne qeder e. encama tercîhên siyasî ya desthilatdaran e. Li Tirkiyê jî, ji ber polîtîka û kiryarên desthilatdariya…
Rêveberên rêxistinên jinan, tevî hevşaredarên Amedê, berdevka Meclisa Jinê ya DEM Partî Halîde Turkoglu, Siyasetvan Gultan Kişanak, bi meşeke bê deng buyera Rojîn Kabaîş şermezar kirin. Meşa jinan heta mala şînê ya Abdurrahman Enç a li Baxlarê dewam kir.. Endama Komeleya Jinê…
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, di beşê 3mîn yên nirxaninên xwe de got ku, Tirkiye nikare riya enerjiyê ya G-20 asteng bike. Hêzeke xwe nîne ku li ber rabe, şantajên wan bikêr neyên. Karasu bal kişande ser şer Israîl û…
Rêxistina Navçeya Înegolê ya DEM Partî. ragihand ku kesekî nasnameya wî nediyar, bi şev kamera û camên avahiya partiya wan DEM Part şikandin. Partiyê got ku, endamên DEM Partiyê, hingî li nêzî avahiyê bûn, êrîşkar girtin û radestî polîsan kirin. Ji…
Kampanya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî, bi rêya medya dijîtal, daxuyaniyek da û got; 100 roj di ser qedexekirina hevdîtina Pexşan Ezîzî ya li gel malbat û parêzerên wê re derbas bûn. Ev binpêkirina mafên mirovan e û divê demildest qedexe…
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya hêzên dewleta Tirk de li Amedê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên malan de tişt hatin belavkirin. Hate diyarkirin ku ciwan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker duşemê şêniyê bi navê Mihemed Welîd Îsa (45) revandin. Bûyer li ser rêya Tirindê ya li başûrê bajarê Efrînê pêk hat. Îsa beriya hefteyekê ji Lubnanê vegeriyabû. Di vê…
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî Mîtînga Azadiyê ya 13’ê Cotmehê ya li Amedê daxuyaniyek da û got Ev berxwedana bi rûmet divê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bênavber dewam bike! KCK’ê hemû kesên ku beşdarî mitîngê bûne silav kir