Li Girtîgeha Tîpa F Nimreya 2’an a Kandirayê di 3’ê Tîrmehê de girtiyê siyasî yê bi navê Îrfan Kiliç miribû. Li gorî malbata wî gumanên qetilkirinê hene.

Girtiyê siyasî yê bi navê Îrfan Kiliç di 3’ê Tîrmehê de li Girtîgeha Tîpa F a Nimreya 2’an a Kandirayê bi awayekî bi guman miribû. Hatibû îddîakirin ku Kiliç ê ku ji Solxana Çewligê ye, ji bo protestokirina tecrîdê dawî li jiyana xwe aniye. Lê li gorî malbatê Kiliç hatiye înfazkirin.

Sebahattîn Kiliç ê ku birayê Îrfan Kiliç e, diyar kir ku cenaze nedane wan, otopsî nehatiye kirin û piştî mirina wî bi du rojan agahdarî dane malbatê.

DELÎL JI HOLÊ RAKIRIN

Sebahattîn Kiliç ji ANF’ê re axivî û got ku “Hemû delîl ji holê rakirin, tu agahî nedan. Berê ew înfaz kirine û piştî du rojan agahî dane malnatê. Berê cenaze nedan nîşan dan û piştre jî tenê ji çenga wî berjortir nîşan dan. Rapora otopsiyê nedane.”

Kiliç got ku “Bavê min dema cenaze şuşt, gazî hevalên xwe kir û got ku ev înfaz e. Di bedena wî de şûna şikestine hestiyan û lêdanê hebû. Binê çenga wî bi tiştekî tûj hatibû qulkirin. Têra xwe zelal e ku hatiye înfazkirin. Lingê wî jî hatibû şewitandin û li ser canê wî jî şûna şewatê hebû. Xwestine wekî xwe şewitandiye bidin nîşandan.”

Sebahattîn Kiliç diyar kir ku gumana wî ev e ku elektrîk dane birayê wî û got ku “Binê piyên wî teqiyane. Ji ber ku wî li ber xwe daye, di destê wî de şûna birînan heye. Dema ku me ev tişt dît, me serlêdana hiqûqî kir.”

Birayê wî diyar kir ku Îrfan Kiliç ji qawîşa xwe hatiye derxistin û li cihekî din hatiye înfazkirin û bal kişand ser vî tiştî ku malbat beriya hefteyekê û parêzerên wî jî beriya rojekê çûne serdana wî. Li gorî birayê wî di hevdîtinan de tu rewş tuneye ku mirov jê têkeve gumanê.

‘DIVÊ EM GIRTIYÊN SIYASÎ BIPARÊZIN’

Kiliç got ku ew ê dev ji vê meseleyê bernedin û got ku “Em ê dev ji vê meseleyê bernedin.Niha tekane karê me ev e ku bila tiştên din ên wekî vêya pêk neyê. Em niha nikarin Îrfan vegerînin lê divê em hevalên din ên di girtîgehê de biparêzin. Ev êrîş li ser me hemûyan hatiye kirin. “