Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da.
‘DAÎŞ’Ê DERBA EWILÎ LI KOBANÊ XWAR’
Di daxuyaniyê de işaret bi berxwedana Kobanê hate kirin: “Beriya niha bi çar salan, çeteyên DAÎŞ’ê heta jê dihat êrîşî Kobanê dikirin. Li Kobanê jî komeke ji şervanên leheng ên YPG û YPJ’ê li gel her tiştî jî bajar neterikandin û van mirovên fedakar li dijî êrîşên hovane yên DAÎŞ’ê bi anvê mirovahiyê li ber xwe didan. Mirovên xwedî berprisyarî û demokrat ên li her devera cîhanê bi çalakiyên xwe yên rojane destek didan şervan û mirovên Kobanê. Ew berxwedan û piştgirî mezin bû û Kobanê hate rizgarkirin. 1’ê Mijdarê bi vî rengî bû roja berxwedana Kobanê.
Wê rojê dema DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê dikir bi tenê nebû. Di serî de dewleta Tirk hêzên statukoparêz ên herêmê ku dijminatiyê li Kurdan dikin, destek didan DAÎŞ’ê û ew fînanse dikirin. Erdogan çû ser sînor û bi alîgirên xwe re civiya. Di civînê de bi kêf û xweşî got, ‘Hindik maye, vaye Kobanê dikeve’. Lê Kobanê li ber xwe da û ji DAÎŞ’ê re bû goristan. DAÎŞ’ê derba ewilî ya têkçûnê li Kobanê xwar.”
‘ÊRIŞAN PIŞTÎ CIVÎNA BILIND A ÇAR ALÎ DEST PÊ KIR’
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ew roj hîn ji bîra dewleta Tirk û Erdogan neçûye û niha dixwazin tişta ku DAÎŞ’ê nekarî bike, bi xwe bikin.” KNK’ê diyar kir, piştî civîna bilind a çar alî ya li Stenbolê gef û êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê zêde bûne.
‘DAÎŞ LI BER QEDANDIYÊ YE, TIRKIYE BI HEWARA DAÎŞ’Ê VE HAT’
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, êrîşên DAÎŞ’ê û artêşa Tirk bi rengekî koordîneyî tên kirin û hate gotin, “Herêmeke biçûk di destê DAÎŞ’ê de maye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku YPG û YPJ di nav de ne, ji bo wê derê jî ji DAÎŞ’ê rizgar bikin operasyonê dikin. Di demeke wiha de dewleta Tirk dest bi êrîşê kir. Ev êrîş desteka ji bo terorîstan e û bi rengekî koordîneyî tên kirin. Di heman demê de terorîstên DAÎŞ’ê jî li bajarokê Hejînê yê li herêma Dêra Zorê êrîşên xwe zêde kir. Di demekê de ku DAÎŞ diqede, dewleta Tirk careke din bi hewara wan ve hat û êrîşî Rojava dike.”
BANGA LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ
KNK’ê banga lezgîn kir û got, “Êrîşên TC hem li dijî Rojava ye, hem jî di şexsê rêveberiya demokratîk a li wir ava bûye êrîşa li dijî mirovahiyê ye.
Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku helwesta xwe ya li dijî dijminatiya Tirkiyeyê ya destekê dide DAÎŞ’ê zelal bike.
Êrîşên dewleta Tirk li dijî stratejiya Koalîsyona Navneteweyî ye ku li dijî terorê ava bûye. Girîng e koalîsyon di vê mijarê de tavilê bikeve nava liv û tevgerê û ji TC a piştevanê DAÎŞ’ê re bêje ‘bisekine’.
Em bang li dewletên navneteweyî dikin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên ewle yên li Bakurê Sûriyeyê şermezar bikin.”