Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) têkîldarî serdagirtina Stêrk TV û Medya Haber TV daxuyaniyek da û got; Çapemeniya Azad a Kurd çav û guhê Kurdan e.
Saziyeke girîng e ku êşkence, qirkirin û komkujiyên dewleta Tirk a faşîst ji raya giştî ya cîhanê re radigihîne.
Ji ber vê yekê ji bo malbatên şehîdan û gelê Kurd girîng e. Saziyeke girîng a weşanê ye ku tenê rastiyan bi raya giştî ya Kurd û raya giştî ya navneteweyî re parve dike.
KOMAWê got; Saziyên Kurd bazirganiyê nakin, bacê nadizin.
Ev sazî ne xwediyê hêza çekdarî ne, saziyên gel in.
Di destê xebatkarên vê saziyê de tenê pênûs û mîkrofon heye û ji bo nivîsîn û weşandina nûçeyên rast bikar tîne.
Mafê tu kesî nîne ku dest deyne ser mal û milkên gel û zirarê bide saziyên gel.
Ev serdegirtin, nêzîkatiyeke siyasî û antîdemokratîk e.
Gelê Kurd gelek berdêl dane û ev saziyên demokratîk ava kirin.
Em Saziyên Malbatên Şehîdan ku berdêl dane, em ê di vê mijarê de hestiyar bin û xwedî li saziyên xwe derkevin.”