Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê rêjeya beşdarbûna hilbijêran li hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê eşkere kir.
Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar li Ofîsa Giştî ya Komîsyonê ya li Hewlêrê bi daxuyaniyekê rêjeya beşdarbûna hilbijêran a hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê eşkere kir.
Şêrwan Zirar diyar kir ku ji sedê 57 hilbijêr beşdarî hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê bûne.
Li gorî komîsyonê rêjeya beşdarbûnê herçar parêzgehên Herêma Kurdistanê wiha ye;
Hewler: 607 hezar û 83 kesan deng dane. Ji sedê 58
Silêmanî: 601 hezar û 541 kesan dend dane. Ji sedê 53
Dihok: 419 hezar û 351 kesan deng dane. Ji sedan 61
Helebce: 40 hezar û 203 kesan deng dane. Ji sedê 60
Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar diyar kir ku heta sibe wê hemû encam bigihîn komîsyonê û piştî 72 saetan wê encam werin eşkere kirin.