Komeleyên Kurd Feykom ya Awûstûrya û Înîsiyatîfa Defend Kurdistan, bi sernavê “Konfederalîzma Demokratîk wekî perspektîfa çareseriya li Rojhilata Navîn” li Muzeya Folklorê ya Vienê panelek lidarxistin.

Di panêlê de Alî Firat, li ser ramanên Abdullah Ocalan û modela netew-dewletê axaftinek kir.

Alî Firat got; Yek ji faktorên ku dibe sedema şeran netew-dewlet e. Îro jî ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ encama netewe- dewletan e. Şerên li Rojhilata Navîn, li Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîka Başûr, bingeha aloziyên nû ne.

Firat bal kişande ser rewşa Rojhilata Navîn û got; Rêber Abdullah Ocalan, netewe-dewletê red dike, Netew dewlet etnîkî ye û dibe sedema wêranî, cudahî û nakokiyan. Mafê çarenûsa gelan ji holê radike. Înkar û tunekirinê esas digire. Kurdistan mînaka vcê ye. Ji ber şerê li Kurdistanê, Tirkiyê ji demokrasî dûrketiye û bûye mînaka înkar û tunekirinê.

Birêz Ocalan, konfederalîzm û gelê demokrtaîk weke model diparêz. Ev model li gelek welatên Ewropa di partîkê de ye. Lê Ocalan ew sîstemên ku rastiya demokrasî wajî dike jî rexne dike. Ji ber ku demokrasiya ku Birêz Ocalan dixwaze, riya sêyemîn e û li ser wekhevî, jiyana hevreyî û li ser esasê parastina nasmamê hatiye avakirin

Piştî axaftinê, rûniştin bi pirs û bersivan dewam kir.