Ji sê welatên cuda heyeta ji 3 kasan a bi navê ‘Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî’ di rojên 11-12’ê Gulanê de li Stenbolê serdana sazî û rêxistinan kirin.

Heyet di 2 rojan de çû serdana 6 saziyan bal kişandibû ser tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan.

Ji Nûneriya Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê û Cigira Serokê Koma Çep a Konseya Ewropayê û herwiha Endama Komîteya Şopandinê Laura Castel di heyetê de cih digirt, li ser xebatên xwe û tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan ji JINNEWS’ê re axivî.

Laura Castel da zanîn ku ji bo mijara mafên mirovan a li Tirkiyeyê lêkolîn bikin heyetek ava kirine û got:

“Me rapora xwe di 17’ê Gulanê de li Reykjavîk a Îzlandayê di 4’emîn Zîrveya Konseya Ewropayê de pêşkêş kir.”

‘Hewldana Freedom for Ocalan Peace in Kurdistan Ji Ocalan re Azadî, Hewldana Aştiyê ya Navneteweyî ya li Kurdsitanê’, li Tirkiyeyê bi rêxistinên mafan re bi hevkarî xebat dimeşandin.

Di 2015’an de hikûmet aTirk di carekê de pêvajoya aştiyê bidawî kirin. Me jî serdan pêk anîn ku em piştgiriyê bidin pêvajoyeke aştiyê.”

Laura bi bîr xist ku wan bi Buroya Hiqûqê ya Asrinê, HDK, OHD, Dayikên Şemiyê, TJA, MAYTUHAYDER û girtiyên piştî 30 salan hatine berdan re hevdîtin kirine û got:

Hemû kesên me bi wan re hevdîtin kirin, diyar kirin ku gava pirsgirêka Kurd çareser bibe wê Tirkiye demokratîk bibe û pêşî li aştiyê bê vekirin. Tişta divê bê kirin, bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan e û berdana wî ye.”

Laura got:

“Di hezîrana 2023’an de me ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê pirs pirsîn. Min got tecrîdeke wisa giran ya li ser girtiyan tê wateya binpêkirina Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê.

Laura anî ziman ku ew niha li benda bersiva komîteya Wezîran e û got:

“Desthilatdariya AKP’ê li şûna çareseriya pirsgirêka Kurd, di polîtîkaya şer de israr dike. Divê rayedarên Tirkiyeyê li gorî rêgezên gerdunî yên hiqûqê tevbigerin û dest ji polîtîka îşkence û tecrîdê berdin.

Divê organîzmayên Konseya Ewropayê di vê mijarê de rewşa Ocalan bipirsin û daxwaza avakirina aştiya civakî bikin.”