Li 12 bajaran di operasyonên qirkirina siyasî de parêzer û endamên Grûp Yorûm jî di nav de 93 kes hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin, biryara destgîrkirina 120 kesî hate dayin. Li 12 bajaran doh û îro di operasyonên qirkirina siyasî de heta niha 93 kes hatin destgîrkirin.

Di nava kesên hatine destgîrkirin de ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel Sed Şaraldi û endamên Grûp Yorûm Metîn Kalelî û Yaşar Coşkûn jî hene.