Li Amedê, navçeyên Bajara Nû û Rezan, bi pêşengiya DEM Partî û tevlêbûna gelek kesan biryara ji doza Kobanê derket hat protestokirin.

Girseya ku li navçeya Rezan kom bû, bi diruşmeyan heta kolana Hatboyû meşiya û mitingek kir.

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn axaftinek kir û got;

Doza kumpasek bû biryar jî siyasî bûn. Dive gel xwedî li vîna xwe derkeve.

Li Bajara Nû ya Amedê jî, rêveberên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, TJA, rêveberên DBP’ê, li taxa Ofîsê kom bûn û bi diruşmeyan heta bi Kolana Huner meşiyan.

Hevseroka DEM Partî ya Bajara Nû Pinar Sakik Tekîn axivî û gel vexwende çalakiya îro ya li ber Ceylan AVM’ê.

Li Edenê jî, endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partî, bi meşekê biryara Doza Kobanê protesto kirin.

Ciwanên ku li navçeya Seyhan ya Edenê kom bûn, di nava taxan de meşiyan û bi dirûşmeyan biryara dadgeha Doza Kobanê şermezar kirin.

Ciwanan banga deng derxistinê li her kesê kirin.