Polîsên Tirk li Kayapinarê ya Amedê bi ser malekê de girtin, bi lêdanê ciwanekî bi navê Cotkar Amara Yurek destgîr ki

Polîsên Tirk li taxa Peyasê ya navçeya Kayapinarê ya Amedê bi ser malekê de girtin. Dema ku Tîmên taybet ên Tirk bi ser malê de girtin, derî şikandin û demeke dirêj li Cotkar Amara Yurek dan. Piştre, polîsên ku malê geriyan Yurek destgîr kirin.

Dema ku Yurek li wesayita polîsan hate siwarkirin, dayika Yurek bi dirûşmeyên ”bijî berxwedana zindanan” li pey polîsan derket.