Çalakî û aktîvîteyên ku bi daxwaza rakirina tecrîda mûtleq ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, pêkanîna azadiya wî ya fizîkî û çareseriya pirsgirêka kurd dewam dikin.

Li Stenbolê malbatên girtiyan di çalakiya “Deng bide azadiyê”, li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalekî kirin.

Endamên MATUHAY-DER, TJA, DEM Partî, OHD) û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Polîsan hemû riyên diçine girtîgehê girtin û meşa malbat û gel asteng kirin.

Ji malbatên girtiyan Fînce Akman, bertek nîşanî dorpêça polîsan da got: Em 50 roj in ji zarokên xwe agahiyê nagirin. Ne telefon heye, ne name û ne hevdîtin hene. Hûn çima wisa dikin? Em xwedî li zarokên xwe derdikevin. Ji ber wê yekê em her hefte li vir in.”

Girse jî, bi dirûşmeyan helwesta polîsna şermezar kir û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd kirin.