Li bajarokê Çemçemal ji aliyê jinên ciwan yên Merîwanê ve konserek hat dayîn. Konser ji aliyê welatiyên bajarok ve rastî eleqeyek mezin hat.
Koma jinên ciwan ya Merîwanê konserek li hola rewşenbîrî ya bajarokê Çemçemalê da. Di destpêkê de qeymeqamê bajarokê Çemçemal Remek Remezan xêrhatina hemû welatiyan kir û ji ber tenê ajansa RojNews konserê dişopand spasiya RojNews jî kir.
Remezan di axaftina xwe de balkêşa ser helwesta ragihandinên Başûr jî û got; “Gelek ragihandin hene bajarokê me wekî her dem şer û pirsgirêk heye didin pêş, ji ber vê yekê em vê helwesta wan rexne dikin.”
Piştî wê koma jinên ciwan ya Merîwanê stranên xwe pêşkêşî welatiyan kir. Konser ji aliyê berpirysar, hûnermend û rewşenbîrên bajarokê Çemçemal ve rastî eleqeyek mezin hat. Koma jinên ciwan ya Merîwanê gelek stranên Kurdî pêşkêşî welatiyan kir.
Wê li bajarokê Çemçemal ji aliyê rêveberiya rewşenbîrî û hûnerî ve çalakiyên hûnerî, rewşenbîrî û edebî werin li darxistin.