Wezareta Rêveberiya Afetê roja Duşemê -îro bi daxuyaniyekê ragihand ku li bakurrojhilatê Efxanistanê ji ber barîna berfa zêde hezîna erdê çêbûye û herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dane 8 kes jî birîndar bûne.
Berdevka Wezaretê Canan Sayîk ji AFP’ê re axivî û got ku hejmara miriyan dibe ku zêdetir bibe.
Li herêmên çiyayî îsal berf pir dereng hat û ev yek jî nîşaneyeke mezin a germahiya global e. Li Kabulê heya nîveka meha Çileyê jî berf nebarîbû û ev yek jî tê wê wateyê ku îsal barîna berfê meh û nîvan dereng pêk hatiye.
Efxanistan yek ji wan xizantirîn welatên e ku ev 40 sal in lê şer berdewam e û germbûna global gelekî bandor lê kiriye.
Li gorî Bankeya Cîhanî nîviya nifûsa Efxanistanê di bin sînorê xizaniyê de ye û 15 mîlyon kes jî ji ewlekariya xwarinê bêpar in.