Li Helebê bi bona 6’emîn salvegera dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê meşek girseyî hate pêkanîn.

Ciwanên ku di eniya pêş de dimeşiyan, tîpên ku ji şaxên zeytûnê “Efrîn” nivîsandibûn hilgirtin.

Li kolanên sereke yên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dirûşme berz kirin.

Di meşê de koçberê Efrînê Behcet Ebdo axivî û şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîranîn û got;

Rûsya û Îran jî di êrîşên dewleta Tirk de rol lîstin. Hemû dewletan bi bêdengiya xwe axa me dagir kirin.

Divê em tariya li ser herêmên xwe rakin û aştiyê bînin.

Em dagirkeriyê têk bibin û bi serbilindî tevî hêzên xwe yên leşkerî -HRE vegerin Efrînê.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih El Kurdî jî axîvî û got; Ez bang li NY û hemû saziyên navneteweyî dikin ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û kiryarên wê yên sucên mirovaniyê dengê xwe bilind bikin.

Di sedsala 21ê de, dagirkerî, guhertina demografîk ji aliyê dewleta Tirk ve şerma mirovaniyê ye.

Divê dewleta Tirk ji Efrîn û hemû xaka Suriye derkevê.