Li bajarokê Qerehencîr a Kerkûkê ji bo şehîd Sekewt Gabar li Hola Bonekan merasîmek a bîranînê hat li darxistin. Şehîd Serkewt Gabar xelkê Kerkûkê bû û di 2’ê Tebaxa 2018’an de li Şirnexê şehîd bû.
Li bajarokê Qerehencîr a Kerkûkê merasîmek a bîranînê ji bo şehîd Serkewt Gabar hat li darxistin.
Di merasîma bîranînê de malbata şehîd Serkewt Gabar û hevalên wî behsa jiyana şehîd kirin. Piştî axaftinan daxuyaniyên Hevserokatiya giştî ya Tevgera Azadî, nûnertiya RJAK û Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Komîteya Şehîdên PKK’ê hat xwendin.
Piştî daxuyaniyan ji aliyê malbat û hevalên şehîd Serkewt Gabar ve mûm hatin pêxistin. Herwiha di merasîmê de sînevîzyonek ku li ser jiyana şehîd Serkewt hatibû amade kirin jî hat nîşandan. Di merasîma bîranînê de malbat û hevalên şehîd Serkewt balkêşan ser wateya şehîdan û xebata gerîlayan. Hat diyarkirin ku xebat û têkoşîna tevgera azadiyê ji bo azadiya gelan û jiyanek hevbeş a gelan û gelê Kurde.
Şivan Mihemed bi nasnav be Serkewt Gabar di sala 1994’an de li bajarê Kerkûkê ji dayîk bûye. Sala 2011’an li bajarê Kerkûk wek endamê Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê kar kiriye. 2 salan bi awayek çalak dinava Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê de xebitiye. Piştî wê di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîlayên PKK’ê dibe.
Şehîd Serkewt Gabar di şerên li dijî çeteyên DAIŞ yên li Kerkûk û Mexmûrê de jî cihê xwe girtiye. Di 2’ê Tebaxa 2018’an de şehîd Serkewt Gabar di encama bombardumana balafirên şer yên artêşa Tirk de li Bakurê Kurdistan bajarê Şirnexê şehîd dikeve.