Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li kampa penaberan a Lavrîoyê ya li Yewnanîstanê û li bajarê Essen ê Elmanyayê komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

KOPENHAGEN

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, ji bo komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û tecrîda li Îmraliyê şermezar bkin meşiyan.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinên Kurd Sêvê û platforma “Save Afrin Platform” ve hate organîzekirin û bi dirûşma “Azadî ji Ocalan re” hate lidarxistin. Meşê li Vesterbros Torvê dest pê kir. Di meşê de li ser tecrîdê gelek belavok hatin belavkirin û dirûşm hatin qîrîn.

Piştî meşê li Regnbûepladsenê mîtîngek hate lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê parlamenterê berê yê Mûşê Demîr Çelîk, bi navê Komîteya Helsînkî Carl Erîk Foverskov, ji Partiya Gel a Sosyalîst û Forûma Kûrdîskê Pernîlle Frahm, bi navê civata Gelê Tamîlê Tharjan Jeyananthan û ji Saziya Civaka Sivîl a li dijî Êşkenceyê Tûe Magnûssen axivîn.

Yek ji berdevkên Meclîsa Jinê ya Sêvê Saîme Bîlen axivî , komplo şermezr kir û bal kişand ser dewletên ku cihê xwe di nava komployê de girtine.

Bîlen got, “Çi dikin bila bikin wê nikaribin pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û Rêber Ocalan bigirin.” Bîlen destnîşan kir ku Ocalan ji bo gelê Kurd “xeta sor” e û bang li hêzên demokratîk jî kir ji bo li ber tecrîdê rabin. Mîtîng bi qîrîna dirûşmên “Azadî ji Ocalan re”, “Bê Serok jiyan nabe” qediya.

LAVRÎO

Li kampa Lavrîoyê ku bi 60 kîlometreyî li başûrê rojhilat ê paytexta Yewnanîstan Atînayê ye, bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de kesên ji bo xwedîderketina li Ocalan bedena xwe dan ber agir hatin bîranîn û sînevîzyonek hate nîşandan. Qisekeran di şexsê Halît Oral û Umît Acar de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn.

ESSEN

Li bajarê Essenê yê Elmanyayê, Kurdan û gelek rêxistinên çep çalakiyek organîze kirin û bal kişandin ser tecrîdkirina Ocalan.