Li bajarê Marsîlaya yê Fransa bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê û Girê Spî çalakiyek hate kirin.
Çalakvan li gorî saeta Ewropa saet 16:00’anli pêşiya buroya Parlemetoya Ewropayê hatin ba hev.
Di çalakiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, YPG/YPJ’ê hatin hildan û mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin û dirûşmên piştgiriya bi YPG’ê re hatin berzkirin.
Her wiha çalakvanan bêdengiya hikûmetên Ewropa ya li hember êrîşan jî şermezar kirin.
Çalakî heta saet 17:00’an li qadê dom kir, her diçe rêjeya tevlîbûna çalakiyê zêde dibe. Komîteya amadekariya çalakiyê, bang li hemû Kurd û dostên wan ên li Ewropa kir ku li her derê tevlî çalakiyan bibin.