HPG’ê ragihand ku li herêma Metînayê di çalakiyeke koordîneyî ya hêzên gerîla de 6 dagirker hatine cezakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin ku li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya li herêma Metînayê, hêzên gerîla dagirker xistin bin kontrola xwe û bi rengekî koordîneyî lê dan. Di encama çalakiyan de 6 dagirker hatin cezakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê wiha hat gotin:

“Li Herêma Metînayê;

12’ê Hezîranê saet di 18:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hêzên me li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî kirin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên ferdî û nîv otomatîk li çepereke çeka giran a A4 xist. Di encamê de 2 dagirkerên di hundirê çeperê de hatin cezakirin, çeka A4 û çeperek hatin îmhakirin. Di heman demê de li çepereke din hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin, bombeavêjek û çeperek hate îmhakirin. Baskê duyemîn jî derbên giran li dagirkerên di hundirê çeperê de xist. Li vê derê jî 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin.

Di encama çalakiyê de bi giştî 6 dagirker hatin cezakirin, çekek giran a A4, bombeavêjek û 3 çeper hatin îmhakirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

13 û 14’ê Hezîranê li herêma Xakurkê qada Sinînê carekê, li herêma Garê qadên Gûzê, Deriyê Hirçê, Girê 3 caran, li herêma Heftanînê qada Kanî Biyê 2 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metîna carekê; bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”