Li gorî agahiyên ji herêmê gêhêştiye navenda Radyo Dengê Welat RDW, li bajarokê Sêgirkê ya Navçeya Qilebanê a Şirnexê li baregeheke leşkerî ya Artêşa Tirk a dagirker, teqînek çêbû.
Di encama teqînê de leşkerek hat kuştin û 4 leşker jî bi giranî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku teqîn li baregeha leşkerî ya Tepê Bîlîç teqînek rûda.
Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji herêmê revandin.
Derbarê mijarê de Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel hîn ti daxûyanî nedaye.