Li navçeya Stembol Bahçelîewler, li i avahiya DEM Partî daxuyaniyek hat dayîn.

Di destpêkê de hevserokê DEM Partî ya Bahçelîevler Eşref Demîr axivî û got:

Doza Kobanê kumpasek siyasî bû, Şandeya Dadgehê jî biryarek siyasî da.

Em vê doza kumpasê red dikin.

Pişître, Hevseroka DEM Partî ya Bahçelîevler Fîlîz Peştek axivî û got;

Ev dozek hiqûqî nîne û siyasiye.

Derfetê demokrasiya ji bo Tirkiyê şansekî mezin bû, lê ji aliyê deshtilatdariyê ve hatiye tunekirin.

Em li dijî vê biryarê banga piştevaniyê li gelên xwe dikin.”

Li navçeya Stembol Kadikoy jî, li avahiya DEM Partî daxuyaniyek hat dayîn.

Parlamentera DEM Parti Kezban Konukçu, hevserokên DEM Partî yên navçeyê û Partiya Tevgera Bindestan (EHP), Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP), nûnerên Partiya Kedê ya Sosyalîst û gelek kes tevlî bûn.

Li Navçeya Stembol Esenyurtê jî, bi pêşengiya DEM Partî, bi daxuyaniyekê biryara doza Kobanê hate şermezar kirin.