Yekîtiya Xwendekarên Katalan- SEPC. di çarçoveya Rojên Diyaloga bi Ocalan re li Valencia, rewşa Kurdistan û welatên Katalan nirxandin.
Beşdaran, li ser paradîgmeya Rêberê Abdullah Ocalan jî nêrînên xwe anîne ziman.
Di platformê de, li ser têkoşîna li dijî pergala tecrîdê û azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate rawestina û wiha hate gotin: Gelê Kurdistanê, bi pêşengiya Tevgera Azadiyê, li ser fikir û modela Abdullah Öcalan .demek dirêje, ji bo mafên xwe yên demokratîk têkoşînê dike. Cîhan di vê meselê de bêdeng e.
Di heman demê de, li ser dîrok, berxwedan û aktîvîteyên welatên Katalonya jî pêşkêşiyek hate kirin.
Pirsên derbarê parastina ziman û çandê û zilma netewe-dewletan ya li ser gelan jî hatin nîqaş kirin .
Di dawiyê de, li ser rewş û parastina çand û rola jinê nîqaş hatin kirin û li ser girîngiya ji holê rakirina zilamê serdest û nêrîna oryantalîst jî nîqaş hatin kirin.