Hat diyar kirin ku semîner, bi pêşengiya ciwanên enternasyonalîst û jinên ciwan hatin pêkanîn û azadiya jinan, pirsgirêkên Şerê Cîhanê yê 3mîn hatin nîqaş kirin.

Di semînera roja ewil de, bi 5 hêmanên îdeolojiya azadiya jinan gotûbêj hatin kirin.

Piştî nîqaşên dûr û dirêj, mûzîkala bi navê ‘Keziya Sor’ ya Koma Hîlala Zêrîn a Efrînê, stran gotin.

Di semnera roja duyemîn de jî, şerê Cîhanê yê 3mîn û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin gotûbêjkirin.

Di dawiya semînerê de, ji beşdaran re pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” hate danasîn.

Di van semîneran û çalekiyên tevahiya hefteyê de, ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo stand hatin danîn û fikrên wî hatin pêşkêşkirin.

Bi dehan ciwan û xwendekar li zanîngehên Torînoyê, bi felseya Tevgera Azadiyê re têkiliyeke nû danîn û nas kirin.