Bavê Adar Baş ku piştî rakirin servîsa lezgîn biryara berdana wî hate dayin, anî ziman ku kurê wî ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest daye. Bav Baş got, “Dema ew rakirin servîsa lezgîn, destên wî kelepçekirî bûn.”

Adar Baş ku li Girtîgeha bi Hejmara 8 a Sîlîvriyê girtî bû, ji ber xwînbûna mîdeyê rakirin servîsa lezgîn a Nexweşxaneya Kanûnî Suleyman. Piştre di 19’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Baş ku Çileya 2020’î biryara lêgerînê têkildarî wî hebû, çû TEM a Stenbolê û li wir hatibû girtin. Ji bo sedema girtina Baş jî ‘firotina narkotîkê’ hatibû nîşandan. Piştî ku şeş mehan girtî ma, dema ku ew rakirin servîsa lezgîn biryara berdana wî hate dayin. Li gorî îdîaya yek ji hevalên wî yên koxûşê Serkan Koçak, Baş sê rojan li koxûşê xwîn ji devê wî hat, lê tevî hemû serlêdanan jî ew nebirin revîreyê. Di dawiya sê rojan de ew bi wesayita rîngê birin nexweşxaneyê.

Bavê Adar Baş Cevdet Baş anî ziman ku li Esenyûrtê her sal ciwanên Kurd tevlî çirava narkotîkê tên kirin û ciwanên ku têkiliya xwe bi vê yekê nîne ye jî bi vê bahaneyê têne girtin. Cevdet Baş diyar kir ku ji roja hatine Stenbolê û vir ve ji ber tevlîbûna mîtîng û çalakiyan, polîs timî diavêjin ser mala wan.

‘LI SERVÎSA LEZGÎN BIRYARA BERDANÊ HATE DAYIN’

Adar Baş ku hîn 14 salî bû hate zewicandin, 2 zarokên wî hene. Li gorî Rapora Saziya Tip a Edlî, Baş ji ber xwînbûna mîdeyê jiyana xwe ji dest da. Lê belê malbatê got, eger zûtir rakiribûna nexweşxaneyê wê karîbûna ew rizgar kiribûna. Cevdet Baş got, “Ji ber stresê mîdeya kurê min xwîn bû. Berê bi me re bû, lê belê ji ber serdegirtina polîsan a li mala me, 3 sal e bar kiribû Kartalê… Di dema servîsa lezgîn de biryara berdana wî hate dayin.

‘DESTÊN WÎ KELEPÇEKIRÎ BÛN’

Malbata ku pirsgirêkên xwe yên aboriyê hene, parêzerekî wê nîne. Bav Cevdet Baş got, “Dema ku ew nû rakirin nexweşxaneyê ez çûm, min xwest dozger bibînim lê belê li ber derê ez qewirandin. Di servîsa lezgîn de jî destên kurê min kelepçekirî bûn. Hemşîreyê bi dengekî nizm ji me re got. Li ser vê yekê ez li ber geriyam, çûm ber deriyê dozger, ji bo tehdeyê li wî nekin. Vê carê jî kelepçe derxistin, lê destên wî bi kevnekî girê dan. Dest û lingên wî girê dan. Texmîn kirin ku wê bimire û biryara berdana wî dan. Eger sûcdar bûya çima biryara berdana wî dan? Niha li pey wî du zarok û hevserek hiştin. Gelo kes nîne ku dengê me dibihîze?”

BI DERENGÎ BIRIN NEXWEŞXANEYÊ

Ji hevalên wî yên li koxûşê Serkan Koçak jî têkildarî nexweşketina Adar Baş got, “Bi xwînê verdişiya. Ji bo wî bibin revîreyê me her roj daxwazname dan, me ji gardiyanan re ragihand. Lê belê ew nebirin. Roja sêyemîn piştî ku me kulm li deriyan xist, hingî ew birin. Ji xwe roja ku ew anîbûn koxûşê li wî xistibûn. Piştî hefteyekê karîbû xwarinê bixwe.”