Mele Eyup Şemzînan dibêje; “Dewleta Tirk niha bi kiryarên xwe yên qirêj û bi karanîna çekên kîmyewî, li ber Xwedê dirabe. Di Îslamiyetê de ya herî pîroz, li dijî dagirkeriyê çek rakirine.”

Mele Eyup Şemzînan ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dimîne, li ser êrîşên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî, di Îslamiyetê de çawa tê dîtin axivî û da zanîn ku li dijî van kiryaran tekane rê, şerkirin û berxwedanî ye.

Mele Eyup di destpêka axaftina xwe de qala dagirkeriyê kir û da zanîn ku di Qûrana pîroz de Xwedê dibêje divê xelk di rêya heqîqetê de li dijî dagirkeran şer bike û wiha pêde çû; “Di Qûranê de tê gotin ku li beramberî zilmê divê hertim têkoşîn bê kirin. Her wiha tê gotin ku ger dagirkeran yek ji we kûşt, divê hûn jî yekî ji wan bikûjin. Dijmin yan jî dagirker çawe nêzî we bibin, divê hûn jî li bermaberî wan heman têkoşînê bidin meşandin û ti caran serî li zilmê ne tewînin. Xwedê ji wan kesên zilimkar û dagirkeran ti caran hez nake. Ger mirovek li beramberî van kesên dagirker berxwenede, wê bibe mirovekî bê xîret û wê komkojiyê rewa bibîne. Em gelê Kurd li ser axa xwe ya ku ev 15 hezar sale heyî jiyan dikin. Ji bo vê, bi kerametî heqê me heye ku em bi çanda xwe û dîroka xwe li ser axa xwe jiyan bikin. Her wiha di Qûranê de tê gotin ku eger kesek mirovan bi komkojiyan re derbasbike, weke ku tevahî mirovahî qetilkiriye tê hesibandin.”

‘BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ ZINDÎ HEMÛ TÊNE QIRKIRIN’

Mele Eyup di dewama axaftina xwe de bal kişand li ser berxwedanî û têkoşînê, da zanîn ku di qûranê de tê gotin ku yek kes mirovekî ji zilmê rizgar bike, weke ku tevahî mirovahî ji zilmê rizgarkiriye tê hesibandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwedê dibêje ku hertim şerê wan kesên komkojiyan pêktînin bikin û hertim berxwebidin. Ji ber ku berxwedanî yek ji rêgezên jiyankirinê ye. Ev jiyana ku Xwedê dayî me, niha di armanca dagirkeran de ye û dixwazin ji me bistînin. Em bi sedan komkojiyan re derbaskirin û hertim êrîş anîne ser me. Îro jî bi rêbaza herî qirêj ya çekên kîmyewî êrîşî hemû destkeftiyên me dikin. Bi vê çeka kîmyewî re tevahî zîndiyên mîna mirov, lawir û xweza tîne dibe. Ev kiryar, bê exlaqiye û di ola Îslamê de jî nayê qebûlkirin. Ji ber ku qirkirinekî topyekun e. Ji bo vê jî Xwedê dibeje ku divê hûn li dijî van kesan şer bikin da ku nebin fitne û fesad li ser rûyê erdê. Ji ber ku fitne ji kûştinê jî mezintire.”

Mele Eyup di nava axaftinên xwe de qala şerê taybet yên dewleta Tirk ên li ser her çar parçeyên Kurdistanê kir û da zanîn ku dewleta Tirk fihûş, tecawîz, madeyên hişbir, fitne û fesadiyê bi rêya sîxûran dixe di nava gel de. 

‘DIVÊ KES LI HEMBERÎ VAN SÛCAN BÊDENG NEMÎNE’

Her wiha Mele Eyup behsa êrîşên dewleta Tirk kir û diyar kir ku dewleta Tirk şerekî topyekun li beramberî tevahî xelkê Rojhilata Navîn daye destpêkirin û wiha domand: “Dewleta Tirk destpêkê şerê Ermeniyan kir û niha jî bi navê Îslamiyetê, li hember Kurdan şer daye destpê kirin. Kiryarên ku niha dewleta Tirk dike, li dijî Xwedê rabûn e. Her kesê ku dibêje ez mirovim, divê li dijî van kiryarên bê exlaqane û êrîşên kîmyewî dengê xwe derbixe û şer bike. Ji ber ku Pêxemberê me dibêje ku ger we dît bê exlaqî, zilm û zorî zêde bû yan jî yek li dijî olê Îslamê ye, divê hûn bi destê xwe şerê wan kesan bikin. Di Îslamiyetê de ya herî pîroz ewe ku li dijî zilm û zordaran şerkirin û çek rakirin e.”

Herî dawî Mele Eyup Şemzînan bang li tevahî gelê Kurd, Mele, saziyên Mafên Mirovan û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kir da ku li dijî çekên kîmyewî li erkên xwe rabin. Her wiha da zanîn ku divê tevahî gelê Kurd dakevin qadan, bikin qêrîn û hewar da ku rastiya şerê li çiyayên azad bê dîtin.