Xelkê Êzidî yên li dijî peyamana Bexda-PDK’ê ya 9’ê Cotmehê li ser Şengalê girtibû, bi meşan protesto dikin. Êzidî bi dirûşma ‘Asayîş rûmeta me ye’ dest bi meşê kirin.

Gelê Şengalê ku ji 9’ê Cotmeha 2020’an ve dijî peymana Bexda-Hewler a li ser Şengalê di nava xwepêşandanan de ye, îro jî li kolanan e. Êzidî dirûşmeya “Asayîş rûmet me ye” bi tevlîbûna sedan kesî ji navenda Şengalê dest bi meşê kirin.

Di meşê de bênavber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî berxwedana Asayîşê” tên berzkirin. Her wiha pankartên wekî, “Asayîş rûmeta me ye”, “Bijî Asayîş”, “Em Asayîş in” û wêneyên şehîdên berxwedana Şengalê bilind kirin.

Meşa ku jin, zarok, rûspî, seroeşîrên herêmê, rêveber û nûnerên saziyan jî tevlî bûne, berdewam dike.

Li bendêye ku meş li pêşiyê konê nobedê ku 5 roj in li ber navenda asayîşa Êzidxanê hatibû destpêkirin bi dawî bibe û daxuyaniyek bê dayîn