Mîhrîcana 4`emîn a Şehîd Yekta Herekol li ser rastiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, her wiha li ser siyasetên têkildarî gelê ku têkoşîna azadiya xwe dike û kesayeta têkoşeran, zehmetiyên jinan û rola wan di civaka demokratîk de bû.

Bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê, li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, Mîhrîcana Yekta Herekol a 4`emîn hate lidarxistin. Mîhrîcan bi dirûşma “Dengvedana zeytûnê” bi beşdarbûna 9 komên şanoyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Mîhrîcanê 27`ê Adarê dest pê kir û di 6`ê Nîsanê bi dayîna xelatan bi dawî bû.

Di pêşandana şanoyan de kesayetên siyasî, çandî, civakî, hunerî û şanoger amade bûn. Piştî her şanoyekê, deriyê nirxandinê li pêşiya beşdaran dihat vekirin da ku têbiniyên xwe vebêjin.

Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol ji mîhrîcanên din cuda bû, di mîhrîcana yekemîn de, tenê komên herêma Cizîrê beşdar bûn, yên duyemîn û sêyemîn de komên kantona Kobanê û Efrînê û herêma Cizîrê jî beşdar bûn, lê di ya çaremîn de hemû komên şanoyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn. Şanoyên ku hatin pêşandan li ser rastiya herêmê û hin rastiyên şoreşê û taybet zilma li ser jinan bû.

9 komên şanoyê beşdarî mîhrîcanê bûn. Komên şanoyê li Reqayê jî di 28`ê Adarê de li ser zehmetiya bajarê Reqayê ji tarîtiya çeteyên DAIŞ`ê nîşan da, şanogeran di şanoyê de zehmetiya ku dîtin û êşa li pêşiya wan û taybet jinan derdiket, dane xuyakirin. Her wiha koma Amûdê ya şanoyê jî şanoya wan li ser şerê di navbera sererastkirin û qirêjiya di civakê de vedigot.

Koma Lîlon a Efrîniyan ku xelata baştirîn şano bi navê “Çiyayê Kurdmênc” girtin, li ser kiryarên artêşa Tirk a dagirker û guhertina demografîk ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê der heqê Efrînê û sekn û jêhatîbûna gelê Efrînê li pêşiya dagirker hate vegotin.

Her wiha şanoyên din di Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol de hatin pêşandan, li ser sînorê çêkirî di navbera her çar parçeyên Kurdistanê û xetereyên ji aliyekî heta aliyê wê yê din hate vegotin, her wiha li ser kesayeta şervanê neteweyî hate pêşandan.

Komên şanoyê şaşî û kêmasiyên di mîhrîcanên salên çûyî de derbas kirin. Şanoger Ebdilrehman Îbrahîm da zanîn ku hemû komên beşdarî mîhrîcanê bûn, nameyek da û ew gihand beşdaran û wiha got: “Mîhrîcan parkeke gulan bû, 9 rojan bes bû ku em bi rêya wê rastiya heyî bibînin.”

Ebdilrehman Îbrahîm li ser hin kêmasiyên di hin şanoyan de derketin, wiha got: “Lê cudahî di navbera şanoyên îsal û salên borî de baş bû.”

Ya balkêş di Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol de, deriyê nirxandinê li pêşiya beşdaran vekir û her kesî tiştên dîtin nirxandin, her wiha komên taybet ên jinan cara yekemîn di mîhrîcanan de beşdar dibin, mîna Koma Kevana Zêrîn ku şanoyek li ser zehmetiyên li hember jinan tên, vegotin.

(jo)

ANHA