Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku, şerê qirkirina Kurdan çavkaniya her cûre bêhiqûqî, bêedaletî û hilweşînê ye û got;

Heta sedemên vê yekê ji holê neyên rakirin wê Tirkiye nekeve ser rêyeke rast.

Divê têkoşîna li hemberî vê helwesta faşîzan, hîn bi xurtî bê meşandin.

Bersiva herî bi wate ya li hemberî nêzîkatiyên bi vî rengî, mezinkirin û belavkirina têkoşînê ye.

Li zindanan ji xwe berxwedan bi xurtî dewam dike.

Bi rastî jî li zindanan berxwedaneke cihê rûmetê tê kirin.

Malbatên girtiyan, gelê me di nava têkoşîneke xurt de ye. Bêguman ev têkoşîn divê hîn civakî bibe û bê xurtkirin.

Me serdema duyemîn weke civakîbûna pêngavê destnîşan kir.

Dost û derdorên demokratîk yên ku ev pêngav dane destpêkirin, li ser vê bingehê perspektîfek destnîşan kirin.

Lewma divê em hîn bêhtir civakî bikin û bi xurtî bimeşînin.

Yanî di civakîkirinê de dem bi dem kêmasiyên bi vî rengî rû didin.

Divê em zû çareser bikin. Ev gelekî girîng e.

Gerîla ji xwe ji aliyê xwe ve pêngavê bi çalakiyên gelekî xurt, bi berxwedanê bi xurtî dimeşîne.

Di vê mijarê de tiştekî ku bê gotin nîne.

Lê belê divê em lingê pêngavê yê civakî, bexwedana civakî hîn bêhtir xurtir bikin.

Divê em paradîgmayê, ya heyî bi du sê qatan hîn bi xurtî belav bikin, bi pêş ve bibin.

Ji bo şikandina sîstema tecrîdê, bi taybetî têkoşîna li ser CPT, Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û hemû saziyên navneteweyî, bi taybetî têkoşîna civakî ya li dijî kiryarên dewleta Tirk hê behtir bêne xurt kirin.

Tirkiye, di mijara Rêbertî de, di mijara girtiyan û pirsa Kurd de, hiqûqa xwe jî, hiquqa navneteweyî jî bin pê dike.

Dewleta Tirk sûcê li dijî mirovahiyê dike.

Di hevdîtinên şandeyên bi Konseya Ewropayê re eşkere dike ku dewleta Tirk jî gelekî tengav bûye.

Divê em vê yekê hîn bi xurtî bimeşînin.