STENBOL – Serlêdana Koordînasyona Amedekar a Newrozê ya ji bo Lijneya Hilbijartanê ya Navçeya Bakirkoyê serlêdan kiribû, hat qebûlkirin. Newroza Stenbolê dê di 24’ê Adarê saet 12.00’an de li Sûka Bakirkoyê bê pîrozkirin.  Ji bo Newroza Stenbolê destûr hat dayîn. Serlêdana Koordînasyona Amadekar Newrozê ya ji bo Lijneya Hilbijartanê ya Navçeya Bakirkoyê serlêdan kiribû, hat qebûlkirin. Newroza Stenbolê, dê di 24’ê Adarê de bi dirûşmeya “Em ê teqez bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin, Newroz pîroz be” saet 12.00’an li Sûka Bakirkoyê bê pîrozkirin.  Li bendêye ku di rojên pêş de, naveroka bernameyê bê eşkere kirin.