Rojnameger Niyaz Ebdulah diyar kir ku Amerîka bi biryara xwe lempa kesk ji bo binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd pêxist û got ku PKK’ê di mijara şerê li dijî terorê de li Rojhilata Navîn rolekî girîng lîst.
Rojnameger Niyaz Ebdulah diyar kir ku biryar ji bo razîkirna Tirkiyeyê hatiye girtin û got;” Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di mijara şerê li dijî terorê de, li Rojhilata Navîn rolekî giring lîst. Ji bo vê, ev biryar tenê ji bo razîkirina Tirkiyeyê û armancên wan yên hevbeş hatiye girtin.”
Niyaz Ebdulah da zanîn ku ev biryar xeletiyek stratejîke Amerika girtî û wiha domand; “Pêwîstbû li şûna vê biryarê, Amerîka rola navbeynkariya ji bo aştiya di navbera PKK û Tirkiye de bi lîstiya. Herwiha bi vê biryarê Amerîka lempa kesk ji bo binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirlkiyeyê li hemberî Kurdan pêk tên pê dixe.”
Niyaz Ebdulah bal kişand li ser girtina siyasetmedarên Kurd û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û got: “Her çiqas Tirkiye Selahedîn Demîrtaş û bi dehan siyasetmedarên Kurd girtiye, herwiha birêz Abdulah Ocalan tê tecrîdkirin û zextek mezin li ser gelê Kurd tê kirin jî wê PKK vê rewşê derbas bike û bi serbikeve.”