Çalakiya nobetê ku li pêşiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin di hefteya 360’an de ye.

Li pêşiya Konseya Ewropayê di 25’ê Hezîrana 2012’an de nobeta azadî ji Ocalan re hatibû destpêkirin. Koma ku ji bajarê Oldenbûrgê ya Elmanyayê hat, nobeta vê hefteyê wergirtin. Kurdên bi navê Denîz Aydin, Haci Temo û Selahattîn Ege yên ku ji Oldenbûrgê hatin, nobeta vê hefteyê wergirtin.

Li gorî daxuyaniya çalakgerên azadî ji Ocalan re, hevdîtina 8 sal şûnde ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serkeftina têkoşîna li dijî tecrîdê ye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo gelê Kurd jiyana bê Ocalan nayê qebûlkirin û bal hate kişandin ku wê tecrîda li ser Ocalan teqez were şikandin.

Nobeta azadî ji Ocalan re, her roj ji sibehê heta êvarî li pêşiya Konseya Ewropayê tê girtin. Di çarçoveya çalakiyê de agahdarî tê kirin.