Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 13ê Mijdar 2018 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja emê bûltena rojê pêşkêş bikin, niha jî çend sernûçeyên me

&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, ji bo sibe biçin û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêk bînin, îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan.

&- Walîtiya Tirk ya li Çewligê, li 7 navçe û navenda bajêr, 26 herêman qadexeya derketina derve ragihand:

&- Komelên Jinên Kurdistan KJKê ji bo wefata dayika damezirênerê PKKê Mazlum Dogan; Kebîre Dogan peyama sersaxiyê weşand

&- Fermandariya YBŞ’ê, bi boneya 3emîn salvegera rizgarkirina Şingalê daxuyaniyek da û serkeftina Şingelê pîroz kir.

&- Navenda Ragihandina HPGê, çalekiyên hêzên Gerîla yên li Gabarê ji raya giştî re şekere kirin û da zanîn ku 7 leşker hatin kuştin.

&- Partiya Lîberal a Kurdistanê jî ragihand ku ew biryara Amerîka ya li ser 3 rêveberên PKKê de weke partî qebûl nakin.

niha jî berfirehiya nûçeyên me…