Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 19ê Mijdarê 2018 DUŞEMÎ
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Gûhdarên hêja emê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend ser nûçeyên me.
&- Navenda Ragihandina HPG’ê diyar kir ku li Zap û Avaşînê, helikoptera Artêşa Tirk ya dagirker, tîpa Skorsky bû hedefa Gerila.
&- Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna demokrasî ye. Eger em di têkoşîna demokrasiyê de neyên ba hev, ew ê jiyan bikeve bin tecrîdê.
&- Welatiyên navçeya Kelarê, bi zimanekî hevbeş gotin: PKK’ê di şerê li dijî terorîstên cîhanê de rolek mezin lîst.
&- Rêxistina HDP’ê şaxê Şirnexê piştgiri da çalakiya Leyla Guven
&- Koordînasyona Komalên jinên Kurdistanê KJK’ê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê danezana têkoşînê weşand.
&- Tevgera Jinên Kurd li Ewropa (TJK-E) bi beşdariya meclîs, komun, înîsiyatîf û saziyên jinan yên li Ewropa, dest bi kampanyayeke nû kir.
&- Arîkara Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan, di kongreya HDP’ê ya navçeya Mersîn Toroslar de axivî û got: Di hilbijartina herêmî de em ê bersîva herî baş bidin qeyûm AKPê.
&- Tevgera Azadî, piştî civîna Desteya Rêveberiyê daxuyaniyek da û got: Emerîka, berjewendiyên xwe esas digire, hiquqê gerdûnî û peymanên mafên mirovan bin pê dike.
&- Li Efrînê, leşkerên Tirk yên dagirker û çeteyên ku berî niha bi kar dianîn li dijî hev şer dikin.