69 kesayetên xelatên Nobelê girtine, ji bo azadiya Rêber Apo nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re nivîsandin.

 

Xelatgirên Nobelê ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.

Niha em jî nameyê bi we re parve bikin bê 69 xelatgirên nobelê di nameya yekemîn de çi gotine û xwestine.

Ji bo Komîteya Wezîran a KE, DMME, CPT û Komîseriya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî:

Em Xelatgirên Nobelê yên îmze danîne bin vê nameyê, ji ber fikarên xwe yên mezin bûne yên têkildarî lîderê Kurd Abdullah Ocalan dinivîsin.

Piştî 25’ê Adara 2021’ê têkiliya dawî, şert û mercên li ser wî girantir bûne.

Hûn weke saziyên Ewrûpayê û yên navneteweyî ne xerîbê vê yekê ne.

Weke Xelatgirên Nobelê ev ne nameya pêşiye ku em ji we re dinivîsin.

Çileya 2019’an dema greva birçîbûnê hebû, 50 kesên xelatgirên nobelê name ji we re nivîsîbûn.

Em careke din dinivîsin, ji ber ku têkiliya birêz Ocalan a dawî 25’ê Adara 2021’ê bû û dema xwest qanûn bê bicihanîn û bi parêzerên xwe re rûne, têkilî qut bûbû.

Fikara me tenê ne ji bo tecrîda li dijî wî ye, di heman demê de ji ber ku saziyên Ewrûpayê û Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li ser navê xwe nabin xwedî hewldaneke watedar e fikara me.

Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li ser biryara xwe ya 2022’yan a wergirtina tedbîrê nesikîni û gaveke din ne avêt.

CPT ya yek ji 3 saziyên Ewrûpayê ku li vir hatine destnîşankirin e, têkildarî Girtîgeha Îmraliyê 30 rapor amade kirin.

Tevî vê yekê jî ne diyar e, ka ev serdanên CPT û raporên wê çiqasî li ser tedawiya Ocalan xwedî bandor in.

CPT’yê têkildarî serdana xwe ya dawî diyar kir, ku wê rapora wê serdanê 2023’yan amade kiriye.

Lê hukûmeta Tirk weşandina vê raporê erê nekir.

Bi taybetî astengkirina weşandina vê raporê cihê fikaran e.

CPT xwedî wê erkê ye, prosedura eşkerekirina çavdêriyên xwe bêyî destûra hukûmetê bixe dewrê.

Her wiha li dijî dewletên ku guh nadin pêşniyarên wê CPT dikare bikeve nava tevgerê.

Lê CPT ev gav neavêtin û ji ber vê yekê ev pirs peyda dibin?

Gelo CPT kê diparêze?

Gelo dewletê an mafê mirovan ên ku divê CPT biparêze?

Heman pirs dikare ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê jî bê kirin.

Dadgehê 2014’an biryar da ku cezayê muebeta giran ê li Ocalan hatiye birîn, li dijî qedexeya êşkenceyê ye.

Ji ber vê yekê jî diyar kir, ku divê di qanûnê de hin guhertin pêk werin.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê xwedî wê erkê ye, ku biryarên DMME’yê bişopîne û bihêle ku bên bicihanîn.

Tirkiyê ev biryar bi cih neanî, Komîteya Wezîran jî ev mijar 2021’ê xist rojeva xwe lê nebû xwedî gaveke bi bandor.

Em bang li van saziyan hemûyan dikin, ku erkên xwe yên parastina mafên Abdullah Ocalan bi cih bînin.

Em dixwazin Birêz Ocalan azad bibe û muzakereyên hatine rawestandin, ji nû ve bên destpêkirin.

Mirovên cîhanê paşerojeke ewle û aştiyane dixwaze, em jî hevparên vê daxwaza wan in.