Di salên dûr û dirêj yên dijminahiya dewleta Tirk a dagirker ya li beramberî gelê Kurd de, yek ji lingên esas yên ku ber dide têkoşîna civaka Kurd û nefes li dewleta Tirk çikandî, ragihandin û rojnamevanên azadin.
Di nava 100 salên borî de dewleta Tirk a dagirker ji bo rakirina vê astenga li pêşiya komplo û dagirkeriya ku li ser Kurdistanê dimeşîne, her rê û rêbazê bikaraniye. Ji bo wê jî raste rast êrişî rojnamevan û ragihandina az
ad dike. Di nava van 100 salan de zêdetirî 100 rojnamevanan qetilkiriye.
Êrişên li ser qelem û kameraya rojnamevanan berdewamin
Bê navber li gel mezinbûna tirs û xofa dewleta Tirk a ji rastî û heqîqetê, êrişên li ser qelem û kameraya rojnamevanan jî tundtir bûne. Di çarçoveya vê polîtîkayê de, di 23’ê Tebaxê de dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya xiyanetê, li Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê wesayîtek ya rojnamevanan hedef girt û di encamê de du rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn ku bi salan bûn ji bo ragihandina heqîqetê têdikoşiyan şehîd bûn. Her wiha rojnamevanê bi navê Rêbîn Bekir jî bi giranî birîndar bû.
Jina têkoşer Rojnamevan Gulistan nêzîkî 24 sal bû li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê xebatên ragihandinê meşand. Gulistan Tara 3 salbûn wekî şêwirmendê nûçeyên siyasî alîkariya Kompanya Çetirê dikir. Rojnamevan Hêro Behadîn jî nêzîkî 7 sal bûn di heman Kompanya Çetirê de rojnamevaniyê dikir. Her wiha Rojnamevan Rêbîn Bekir (30) salî yê xelkê Silêmaniyê û Serpereştyarê Dijîtal yê Kompanya Çetir bû.
Di 100 salan de 100 rojnamevan hatine qetilkirin
Erdogan û hikûmeta wî ya faşîst ku li çiyayên Kurdistanê li beramberî têkoşîna bê hempa ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têkçûnek mezin jiyan dikin, nefretê ji rojnamevanên ku vê têkçûn û dagirkeriya wî radixe ber çavê raya giştî dike.
Li Bakurê Kurdistanê bi dehan rojnamevan di nava heyama desthilata dagirker ya AKP-MHP’ê de hatine qetilkirin. Heman şêweyî bi dehan rojnamevan di çarçoveya Qirkirina Siyasî de hatine girtin û cezakirin. Li Rojavayê Kurdistanê jî bi dehan rojnamevanên ku hovîtî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ji raya giştî ragihandin bûne hedefa êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker û di encamê de birîndar û şehîd bûne. Li Başûrê Kurdistanê jî dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê ji bo domandina dagirkeriya xwe ya li ser Kurdistanê, rojnamevanên heqîqetê radigihînin û ruyê reş yê dewleta Tirk û hevkarê wî PDK’ê radixin ber çavan bombebaran dike û şehîd dixe. Yan jî ji aliyê PDK’ê ve têne girtin û cezakirin.
Li gorî bîlançoya saziyên rojnamevaniyê, di 114 salên borî de 100 rojnamevanên Tirk, Kurd û netewên din li Tirkiyê hatine qetilkirin. Niha 36 rojnamevan di zîndanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê têne girtin. Lê li gorî hinek bîlançoyan jî ev hejmar zêdetire.
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas di vê mehê de bi raporekê eşkere kir ku di nava 10 salên borî de zêdetirî 131 rojnamevan hatine girtin û 77 rojnamevan jî bi tometa ‘heqareta li hember serokkomar’ hatine cezakirin, li gel van 5 rojnamevan jî hatine qetilkirin. Bi dehan rojnamevanên wek Ebdulrehman Gok, Dîcle Muftuoglu, Tolga Şardan, Merdan Yanardag, Bariş Pehlîvan, Furkan Kanaba ku rastiyê digotin bûne hedef.
Ji darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an vir ve, Erdogan rojnamevanên azad ên li derveyî partiya xwe paşguh kiriye, ji ber wê jî her kesê ku rexne li wî û dewleta wî ya têkçûyî bigire, girt û xist zindanê. Li gorî rêxistinên Tirkiyê, ji darbeya 15’ê Tîrmehê ve Erdogan nêzîkî 200 dezgehên ragihandinê girtiye, 170 rojnamevan binçavkiriye û gelek ji wan bi cezayên giran hatine mehkûmkirin.
Li Rojava û Başûr jî rojnamevan dibin hedefa dewleta Tirk û hefkarên wî
Ji sala 2022’an ve heta niha 43 bûyerên cuda cuda qewimîne ku 118 rojnamevan û çalakvanên medyayê yên saziyên Kurd bi hinceta ‘endamtiya rêxistina PKK’ hatine girtin û bi salan cezayê girtîgehê hatine cezakirin.
Li gorî bîlançoyek ne fermî, li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, dewleta Tirk a dagirker ji sala 2018’an ve nêzîkî 20 rojnamevan şehîd û birîndarkiriye. Herî dawî jî di 21’ê Tebaxa sala 2023’an de dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo wesayîta qenalê Jin TV hedef girt û di êrişê de Necmedîn Feysel şehîd bû û 2 rojnamevanên jin jî birîndar bû.
PDK ji dewleta Tirk a dagirker zêdetir dijminahiya gelê Kurd û azadîxwazên Kurdistanê dike. PDK rê nade rojnamevanên Başûr ku êrişên dagirkeriyê yên li Behdînan û Hewlêrê bişopînin. Bi çalakiyên xwe yên sixûriyê di qetilkirina rojnamevan û azadîxwazên Herêma Kurdistanê de, hevkariya dewleta Tirk dike. Rewşa Girtiyên Behdînanê û revandina Edîtorê ajansa Rojnamevan Silêman Ehmed jî mînakên herî dawî yên vê dijminahiya PDK’ê ya li beramberî azadiya raman û azadiya rojnamevaniyê ye.
PDK li aliyekê rê nade rojnamevan dagirkerî û êrişên li sînorê Behdînan û Hewlêrê ji raya giştî re ragihînin, li aliyê din bi medya xwe dagirkerî û êrişên dewleta Tirk rewa nîşan dide. Di meha borî de jî PDK’ê sê rojnamevanên Kanal 8, Zoom û KNN’ê dema ku dixwestin êrişên dagirkeriyê bişopînin binçavkirin û rêgirî kir.
Di nava 30 salên borî de 34 rojnamevan li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ve hatine qetilkirin. Ji sala 1992’yan ve kedkarên çapemeniyê ku gendelî, binpêkirina mafan, revandin, êrişên dewleta Tirk a dagirker û nokeriya PDK’ê ya li herêmê radixistin ber çavan, hatin girtin, êşkencekirin, cezakirin yan jî qetilkirin.
Reûf Kamil Akreyî
Reûf Kamil Akreyî di sala 1951’an de li navçeya Akrê ya Dihokê ji dayik bû. Di navbera salên 1976 û 1977’an de di Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Mûsilê di rêza yekemîn de û li tevahiya Iraqê jî di rêza duyemîn de kuta kir. Piştî salekê Reûf Akreyî li Navenda Statîstîkan a Dihokê xebitî bû seredîtorê rojnameya Rêgay Rencdêran ku bi kurdî û erebî weşanê dike. Reûf Kamil Akreyî di 26’ê Gulana 1993’yan de li Dihokê li ber mala xwe ji aliyê çekdaran ve hat kuştin. Asayîşa Dihokê cenaze nîşanî malbatê neda. Asayîşa PDK’ê destûr neda ku êriş bê lêkolînkirin. Şehîdkirina Reûf Akreyî yekemîn cinayet a li hember rojnamevanan bû ku piştî Raperînê li Başûrê Kurdistanê pêk hat.
Di komkujiya hewlerê de 20 rojnamevan qetil kirin
Di 16’ê Gulana 1997’an de PDK’ê bi hevkariya dewleta Tirk êrişî YNDK’ê, Yekitiya Rewşenbîran a Mezopotamyayê, YAJK’ê, nexweşxaneya ku gerîlayên birîndar lê diman, Heyva Sor a Kurd, rojnameyên Welat û Wetan Şems kir. Li gorî belgeyên fermî 63 siyasetmedar, rewşenbîr û gerîlayên birîndar û her wiha 20 rojnamevanên xebatkarên Roj, Welatê Roj û Med TV’yê hatin qetilkirin.
Rojnamevanên di Komkujiya Hêwlerê de hatin qetilkirin: Mihemed Nadir Gezneyî, Azad Mihemed, Şiwana Hemelaw, Idrîs Alî Mihemed, Receb Mihemed Salih, Gelawêj Kemal Hesen, Xalid Necîb, Hamîd Berzencî, Îsmail Ebdila Kurde, Gelawêj Arif Mehmûd, Şêx Kamiran Hîran, Perî Osman Mihemed, Nahîde Hemad Salih, Gunay Geçilmez, Mêrxas Serêkanî, Ronî Milazgird, Roza Yûsiv, Ciwan Şêxo, Serkewt Xaneqînî, Bekir Doxan.
Ebdilstar Tahir Şerîf
Bijîşk, siyasetmedar, rojnamevan û nivîskar Ebdilstar Tahir Şerîf di sala 1935’an de li Kerkûkê ji dayik bû. Di rojnameyên “Lîvîn”, “Rojname” û ajansa “Cemawer Niyoz” de nivîsên rexnekirina hikumeta Başûrê Kurdistanê nivîsandin. Di 5’ê Adara 2008’an de li taxa Rehîmava ya Kerkûkê hat qetilkirin. Qetilkirina wî ji aliyê PDK’ê ve hat nixumandin.
Soran Mame Heme
Soran Mame Heme ku navê Soran Mihemed Ezîz tê nasîn, di 2’yê Sibata 1986’an de li taxa Şûrîce ya Kerkûkê ji dayik bû. Rojnamevan Soran Mame Heme li ser gendeliya hikumeta Başûrê Kurdistanê lêkolîn dikirin û ragihandin. Gelek caran ji aliyê hêzên ewlekariyê û rayedarên hikumetê ve hat tehdîtkirin. Soran Mame Heme di 21’ê Tîrmeha 2008’an de li ber deriyê mala xwe ya li Kerkûkê dema Beşa Dîtbarî ya Fakulteya Hunerên Bedew a Kerkûkê dixwend, hat qetilkirin.
Serdeşt Osman
Serdeşt Osman li Zanîngeha Selahaddînê Beşa Îngilîzî xwendibû û di sala 2004’an de dest bi karê rojnamevaniyê kir. Osman di 25’ê Kanûna 1987’an de li Hewlêrê ji dayik bûye. Di rojname û kovarên Kurdistan Press, Kurdistan Net, Livînpress, Hewlatî, Awêne û Aştîname de nûçe, nivîs û rexneyên li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê weşandin. Di 3’yê Gulana 2010’an li ser cenazeyê rojnamevan Serdeşt Osman ku li Hewlêrê ji aliyê kesên nenas ve hatibû revandin û piştî 2 rojan li ser rêya Mezarih a li nêzî Cadeya Dûmiz a Mûsilê hatibû veşartin, şopên îşkenceyên giran hebûn.
Wedat Hisên
Rojnamevan Wedat Hisên Elî di 17’ê Çileya 1988’an de li gundê Alekanan ê navçeya Gever a Colemêrgê ji dayik bû. Ji ber zextên dewleta Tirk, neçar ma tevî malbata xwe koçî bajarê Dihokê bike.
Nûçegihanê ajansa me Rojnews’ê Wedat Hisên di 13’ê Tebaxa 2016’an de li taxa Malta ya Dihokê rojenîvro hat revandin. Piştî nîv saetê Hisên avêtin ser rêya Dihok-Sêmêlê û bi giranî birîndar bû. Şopên îşkenceyên giran li ser bedena wî hebûn û şehîd bû. PDK’ê qeydên zêdetirî 100 kamerayên MOBESE winda kirin ku ji kolana ku Wedat Hisên lê hat şopandin heta cihê ku birîndar lê hat dîtin.
Denîz Firat
Denîz Firat salên dûr û dirêj ji bo têkoşîna jinên Kurd û gelê Kurd tê koşiya û di sala 2007’an de cihê xwe di nava xebatên çapemeniyê yên jinan de girt. Denîz Firat di kovara Xwedawend Zîlan, Radyoya Dengê Welat û gelek ajans û TV’yan de xebitî. Rojnamevan Denîz Firat ku êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya 6’ê Tebaxa 2014’an a li dijî Mexmûr’ê dişopand, di 8’ê Tebaxa 2014’an de şehîd bû.
Agir Bane
Rojnamevan Agir Bane (Amanj Resûlî) di sala 1988’an de li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Di ciwaniya xwe dest bi xebatên çapemeniyê kir û li Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê xebitî. Di 11’ê Adara 2016’an de dema operasyona ‘Tolhildana Geliyê Şilo’ dişopand ku li hember çeteyên DAIŞ’ê yên bi desteka dewleta Tikr dest pê kiribû, şehîd bû.
Kawa Germiyanî
Kawa Ehmed Mihemed bi nasnav Kawa Germiyanî, di sala 1979’an de li bajarê Reşt ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Germiyanî di xebatên xwe yên rojnamevaniyê de li ser gendeliya desthilatê lêkolînan kirin û di sala 2011’an de pirtûka bi navê “Germiyan bi Belgeyên Reş” weşand. Di şeva 5’ê Kanûna 2013’an de edîtor û xwediyê kovara Rayel û nûçegihanê rojnameya Awêneyê Kawa Germiyanî, li ber mala xwe ya li Kelarê hat gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.
Şukrî Zeynedîn
Nûçegihanê KNN TV’yê Şukrî Zeynedîn ê ji gundê Banîsra yê bajarokê Şeladizê yê navçeya Amediyê ya Dihokê, di 1’ê Kanûna 2016’an de hat revandin û piştî 4 rojan cenazeyê wî li gundekî nêzî navçeya Amêdiyê hat dîtin.
Nûjiyan Erhan
Rojnamevan Nûjiyan Erhan ji bo ku zilma li ser gelê Kurd nîşanî cîhanê bide, dest bi xebatên xwe yên çapemeniyê kir û li Başûrê Kurdistanê, Qendîl û Şengalê xebatên çapemeniyê meşandin. Nûjiyan Erhan 3’yê Adara 2017’an dema ku li bajarokê Xanesorê yê Şengalê nûçe dişopandin, ji hêla hêzên PDK’ê ve hatibû hedefgirtin û ji serê xwe gule xwaribû û bi giranî birîndar bû. 22’yê Adarê li Nexweşxaneya Hesekê şehîd bû.
Nagîhan Akarsel
Nivîskar, endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’yan de di encama êrişa çekdarî ya endamên MÎT’a dewleta Tirk de li nêzî mala xwe ya li taxa Bextîyarî ya Silêmaniyê hate qetilkirin.
Mûrad Mîrza
Rojnamevan Mûrad Mîrza di sala 1997’an de li Şengalê ji dayik bû. Mûrad Mîrza di bihara 2024’an de li radyoya Çira FM ji bo dengê gelê Şengalê bi cîhanê bide bihîstin, dest bi kar kir. Zewicî û bavê 3 zarokan bû. Dewleta Tirk a dagirker di 8’ê Tîrmeha 2024’an de êrişeke hewayî li dijî wesayîta xebatkarên Çira TV û Çira FM kir ku li Şengalê bi wesîleya salvegera Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an nûçe dişopandin. Di encama topbaranê de 3 rojnamevan û 4 kesên di rê re derbas dibûn, birîndar bûn. Mûrad Mîrza jî birîndar bû û 11’ê Tîrmeha 2024’an şehîd bû.
Gulistan Tara û Hêro Behadîn
Dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Tebaxa 2024’an wesayîta rojnamevanan li Seyîdsadiq a Silêmaniyê bombebaran kir. Di êrişê de Hêro Behadîn û Gulistan Tara yên xebatkarên çapemeniya azad şehîd bûn û 6 rojnamevan jî birîndar bûn.