Rojnamevan, Gulistan Tara û Hêra Bahadîn li paytext Edînburgê hatin bîranîn

Bîranîn li navenda civaka Kurd hat li darxistin, Kurdistaniyên paytexta Skotland Edînbûrgê beşdar bûn.

Drûşmên, Jin Jiyan Azadî, Bimre Faşîzm, Bijî Rêber Apo hat berzkirin.

Hevserokê civaka Kurd a Edinbûrgê, rêhevalên Gulistan û Tara, Dersim Bilir û Zeynel Çetîn axivîn

Xwişka Gulistan Tara, Dicle Tekîk axivî û got:

Em bi Gulistanê serbilind in. Êşa me gelekî mezin e, lê belê bû nefereke têkoşîneke bi rûmet. Gulistan bi kameraya xwe bû dengê gelekî ku tine tê hesibandin. Gulistanek çû, wê bi hezaran Gulistan bê. Ew bû keça Kurdistanê. Bû sembola berxwedanê. Em pê serbilind in.”

Hempîşe û hevala Gulistan û Hêra Bahadîn Evîn Heriş jî li ser bîranîna wan helbestek xwend.

Bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.