PAJK: Nujiyan yek ji damezrênera Jiyana azad bû

 

Salîha Akbiyik bi navê xwe yê rêxistinê Nûjiyan Amed.

Ji fermandarên YJA Starê û milîtana pêşeng a PAJK’ê Nûjiyan Amed, 23’ê Tîrmeha 2023’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Wê li pey xwe mîrateya 30 salan a têkoşînê hişt.

Koordînasyona PAJK’ê ji bo şehîd Nujiyan Amed daxuyanî da.

Bibîr xist ku Nujiyan Amed di tekoşîna xwe ya 30 salî de, xebatên leşkerî, Şerê Gel ê Şoreşgerî, xebatên siyasî û civakî da meşandin.

Koordînasyonê Nûjiyan Amed weke “yek ji damezrînerên jiyana azad” destnîşan kir û got;

Xwe di warê bîrdozî, siyasî û leşkerî de her ku çu kûr kir, ezmûna xwe bihêztir kir û di sekna jina azad de her roj zêdetir bû xwedî hêz.

Li gel van hemûyan di hemû kar û xebatên xwe de girîngî da xebatên ziman, çand û perwerdeya civakî.

Ji bo ciwanên Kurd li dijî her cûre êrîşên li ser çandê bêne perwerdekirin, ji bo bikarin li ser ziman û çanda xwe şîn û geş bibin bû xwediyê kedekî mezin.

Bi vê seknê ji jin û ciwanên Kurd re, di mijara tekoşîna li dijî pêkanînên qirkirina çandî de bû rêzaneke mezin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Nujiyan Amed bi hişyarbûn, hesasiyet û enerjiya mezin a jinê beşdarî hemû kar û xebatan bû.

Di wêjeya wê de ‘nabe’ tunebû, ‘wê çawa bê kirin’ hebû.

Di pêşengtiya jinê de her ku çû xwe kûr kir, bû fermandareke milîtan a pêşeng a Tekoşîna Azadiya Jinê.

Bû navê bedewî, sadebûn, dilovanî û hîsiyata jinê.

Bi têkoşîna xwe ji me re mîrateyekî mezin a berxwedaniyê hiştiye.

Em jî careke din soza bilindkirin û pêşxistina berxwedaniya ku bi têkoşîn û sekna Hevrê Nujiyan hatî ronîkirin, didin.