Operasyona leşkerî ya li bejahiya Licê dewam dike

Hat ragihandin ku li gundê Pêçarê yê navçeya Lice ya Amedê operasyona leşkerî ya hêzên dewleta Tirk dewam dike.

Hate ragihandin ku şevê din li gundê Pêçarê yê navçeya Amed Lice, bi tevlibûna gelek leşker û cerdevanan careke din operasyona leşkerî hate destpêkirin.

Bi destpêkirina operasyonê re liv û tevgera helîkopteran, li qadên Lîs, Çemê Sarûmê, Zikte û Şehîd Remzî jî zêde bû.

Di 16’ê Îlonê de jî, li heman herêmê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin.

Leşkerên di operasyonê de gef li şêniyên gund xwaribûn û heqaret li wan kiribûn.

Li aliyê din,

Li Amêdiyê jî sewqiyata dagirkerî dewam dike.

Hate gotin ku, şevêdin, hejmarek zêde maşîneyên zirxî yên artêşa Tirk a dagirker ji navenda bajarê Amêdiyê derbas bûn û ber bi Dêreluk û Şêladizê ve çûn.