Zêdetirî sê salaye tecrîdek giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û ti agahiyek di derbarê rewşa wî de nayê girtin. Parêzerên navçeya Koye li ser tecrîdê gotin ku dewleta Tirk di kesayeta Rêber Ocalan de binpêkirina mafan li beramberî netewên din ên Tirkiye jî dike û ev nêzîkatî berovajiyê hemû yasayên navdewletiye.
41 mehin tecrîdek giran li ser Rêber Ocalan tê meşandin û dewleta Tirk a faşîst rê nade parêzer û malbat serdana Îmraliyê bikin û agahiyek ji rewşa Rêber Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê wergirin. Di derbarê tecrîda li ser Rêber Ocalan û siyaseta faşistane ya dewleta Tirk a li beramberî gelê Kurd de parêzerên navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê ji ajansa me re axivîn.
Parêzer Daban Newzad da zanîn ku doza Rêber Abdullah Ocalan dozek siyasiye û çavên civaka navdewletî li sere. Daban got: “Dewleta Tirk tedbîrên tûnd li ser girtîgeha Îmraliyê girtine. Lê ev tedbîr berovajiyê pîvanên mafên mirove. Ji berku mafê hemû girtiyan yê parastina tendirustî, hevdîtina bi parêzer û kesûkarên wan re heye. Ji bona wê pêşîlêgirina li van mafan, binpêkirina yasayên navdewletiye.”
Di dewamê de parêzer Daban Newzad diyarkir ku dewleta Tirk di kesayeta Rêber Ocalan de binpêkirina mafan li beramberî netewên din ên Tirkiye jî dike.
Parêzer Daban got ku divê rêxistinên navdewletî zêdetir çavê wan li ser doza Rêber Ocalan be û wiha dom kir: “Pêwîste hîn zêdetir giringî bi doza Rêber Ocalan bê dayîn. Divê bi rêya ragihandin û rêyên din tecrîda li Îmraliyê heye bigihînin navendên cîhanî. Daku bi zextan tecrîda li ser Ocalan bê bidawîkirin.”
Parêzer Helwest Hejar jî da zanîn ku tişta dewleta Tirk li Îmraliyê dike berovajiyê yasa û pîvanên navdewletî ne. Parêzer Helwest got: “Hemû girtiyek mafê wê/wî heye ku jiyana wî parastîbe, parêzer û malbat hevdîtinê li gel de bikin.”
Di dirêjiya axaftina xwe de Parêzer Helwest destnîşankir ku tişta li beramberî Rêber Ocalan tê kirin biryareke kesî ye û ti peywendiya xwe bi yasayên navxwe û navdewletî ve nîne. Her wiha diyarkir ku AKP li gor daxwaza dilê xwe tevdigere û biryarê li ser girtiyên siyasî didin.
Têkildarî tecrîdê parêzer Ehmed Behram jî wiha axivî: “Tecrîd mijareke siyasiye û berovajiyê yasayane. Ji berku hemû girtiyek çiqas tawanber be jî, lê li gor yasayê mafê wî heye ku kesûkar û parêzerên wî hevdîtinê li gel de bikin û parastina wî bikin.”
Di dawiyê de jî parêzer Ehmed Behram got: “Tişta ku dewleta Tirk li Îmraliyê dike berovajiyê yasayane û eleqeya xwe bi desthilata siyasî ya Tirkiye ve heye. Desthilata siyasî ya Tirkiye ti hesabek ji yasayan re nake.”