Armanca dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê xwe mayînde kirine’

 

Dewleta Tirk a qirker û dijminê hebûna gelê Kurd ji bo vejandina xeyala xwe ya “Mîsaqî-Mîllî” êrişên xwe yên dagirkeriyê bênavber û bi awayek herî hovane li dijî gelê Kurd didomîne. Endamên Tevgera Azadî dibêjin “Êrişên dagirkeriyê û anîna leşkerên dagirker bo nav xaka Başûrê Kurdistanê didomin. Armanca wê ji vê dagirkeriyê hebûna xwe ya li Başûrê Kurdistanê mayînde bike û qet jê dernekeve. PDK jî hevkarê dagirkeriyê ye.”

 

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bo ser xaka Başûre Kurdistanê berdewam dikin. Di encama êrişên dewleta Tirk a qirker de ji serê sala îsal ve heta niha 20 welatiyên sivîl şehîd bûne û 17 welatî jî birîndar bûne. Di derbarê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hevkariya PDK û DAIŞ’ê li ser Başûrê Kurdistanê Endamên Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî Rehman Resûl û Hevserokê Encûmena Silêmaniyê ya Tevgera Azadî Hacî Azad ji ajansa me re axivîn.

 

Endamên Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî Rehman Resûl da zanîn ku êrişên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê xwedî dîrokeke dirêje û niha bi desteka PDK’ê êrişên xwe yên dagirkeriyê berfirehtir kirine.

Di dewamê de got; “Ev êrişên dagirkeriyê ne taktîkeke demkî ye, ev dagirkeriyeke piralî ye ku armanca dewleta Tirk ji vê dagirkeriyê ewe ku li nav xaka Başûrê Kurdistanê xwe mayînde bike. Artêşa Tirk piraniya gundên Başûr dane valakirin û baregehên xwe yên leşkerî lê ava kirine.”

Derbarê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a qirker re jî Endamên Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî Rehman Resûl wiha got; “PDK hevkar û aliyek yê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê ye. Aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê rê ji dagirkeriyê re vekirine, her wisa hevkar û piştgirên vê dagirkeriya dewleta Tirk ya Başûrê Kurdistanê ye. Wan bi xwe destê dagirkeriyê girtiye û ji dewleta Tirk re dibêjin ‘fermo werin dagir bikin’. Ev êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê binpêkirina yasayên navnetewî û serweriya xaka Iraqê ye.”

 

Her wisa Hevserokê Encûmena Silêmaniyê ya Tevgera Azadî Hacî Azad êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji ajansa me re nirxand û wiha got; “Di rastiyê de dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê rewa bike, PKK ji xwe re kiriye hincet. Erdogan dixwaze ‘Mîsaqî-Mîllî’ û Osmanîzmê nû bike.”

Hacî Azad got; “Tirk ji dîroka Osmaniya heta niha hewlên xwe yên ji bo berfirehkirina dagirkerî, hegemonyaya xwe didomîne. Lewra niha jî bi her awayî dijayetiya ezmûna Kurdan ya Rojavayê Kurdistanê dike. Lewra armanca dewleta Tirk ya sereke tunekirina gelê Kurd, wêrankirina jîngeha Kurdistanê ye. Dîrok îspat dike ku Tirkên faşîst çi qas bi awayekê dirindane, çiqas zilm li gelên Iraq û Rojhilatê Kurdistanê kiriye.”

Di dawiyê de Hevserokê Encûmena Silêmaniyê ya Tevgera Azadî Hacî Azad da zanîn ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk binpêkirina mafên mirovan, serxweriya xaka Iraqê û hemû zagonên navnetewî ye û got; “Dewleta Tirk di van êrişên xwe de welatiyên sivîl dike armanc. Dijmintiya dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd ew qas tune, êrişî jîngeh, ajel û daristanên Kurdistanê jî dike.”