Artêşa Tirk gundên sînorê Amêdiyê bombebaran kir

 

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Çavkaniyên herêmî ragihandîn ku dewleta Tirk a dagirker, bi balefirên şer û balefirên bê mirov, ji doh danê êvarê ve gundên Sergelê, Kevne Mêzê, Mêzê, Guherzê û Belave yên li sînorê bajarokê Amêdiyê bombarduman dikin.

Di encama bombardumanê de şewat derket.

Heman çavkaniyan got, balafirên dewleta Tirk adagirker, navenda gundê Kevne Mêzê û Mêzê yên li herêma Berê Garê kirin armanc.

Di encamê de malek bi temamî hilweşiya,

Lê derbarê ziyanên canî û mal de tu agahî ne hatine bidestxistin.

Li hember van êrîşên tunekirinê, bêdengiya desthilatdariya Iraqê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re dewam dike.