Walîtiyê dewleta Tirk a dagirker li hin herêmên Amedê qedexe ragihand.
Qedexe herêmen Şinagê ya di navbera gundê Eskarê û zozanên Simetak, Guherne û Nedrexuşê yên navçeya Pasûrê digre nava xwe.
Di çarçoveya qedexeyê de ji bo 15 rojan weke “Herêma ewlehiya taybet a demkî” hat ragihand.
Bi qedexeyê re li dijî gundê Eskarê û zozanên Simetak, Guherne, Nedrexuşê û derdorên wê tevgera dagirkeriyê dest pê kir.
Duh di saetên serê sibehê de yekîneyên eskerî û cerdevan bi wesayîtên sivîl û leşkerî sewqî herêmê hatin kirin.
Esker li hin deveran bi cîh bûn û tevger her ku diçe berfirehtir dibe.
Li gorî çavkaniyan Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) jî li ser mezrayan digerin.
Heman çavkaniyê ragihand ku qadên bidaristan ên mezraya Simetakê gelek caran bi helîkopterên şer hate bombebarankrin.
Hat ragihandin ku li herêmê tevgera dagirkeriyê bi berfirehî dewam dike.
Welatiyên ku xwestin biçin gundê Eskarê ji aliyê eskerên artêşa dagirker ve hatin astengkirin.
Ketin û derketiha herêmê ji aliyê eskeran ve tê kontrolkirin û astengkirin.