Bavê Şehîd Hêro ku duh di encama êrişa dewleta Tirk de şehîd bû got; “Ez aliyên ku destên derve tînin Kurdistanê şermezar dikim. Ji bo Dije Terora PDK’ê şermek mezine ku tiştan berovajî dike. Ez bang li rêxistinên mafê mirovan dikim ku vê kiryara terorî ya dijî Gelê Kurd qebûl nekin.”
Behadîn Abdulla bavê şehîda çapemeniya azad Hêro ye ku duh di encama êrişa dewleta Tirk de şehîd bû. Behadîn Abdullah derbarê êrişa hovane ya dewleta Tirk de daxuyaniyek çapemeniyê da.
Behadîn destpêkê aliyên ku dijberiya Gelê Kurd, bi taybet jî Silêmaniyê dikin û destên derve tînin nav xaka Başûrê Kurdistanê, şermezar kir û got; “Bi pere û petrola me, zarokên me qetil dikin. Ji bo Dije Terora PDK’ê şerm û mirine ku bûyerê berovajî radigihîne.”
Behadîn dawiyê de bang li rêxistinên mafê mirovan, Neteweyên Yekbuyî kir ku kiryarên dijî Gelê Kurd qebûl nekin û got; “Ji ber ku ev êriş hemû astekê derbaz kirine, gelek kesên din weke keça min hatine qetilkirin.”