Berdevkê Navenda Çand û Hunerê ya Rojhilatê Kurdistanê ya li Ewropa Hunermend Hemîd Urmiye, ji ANFê re axivî û got; armanca dewleta Tirk dagirkirina giştî ya Başûrê Kurdistanê ye.
Divê em hunermend hemû bi hev re biryarekê bidin û seferberiyekê li Başûrê Kurdistanê bidin destpêkirin.
Hunermend Hemîd Urmiye got, Dewleta Tirk behaneya PKK’ê derdixe pêş, lê ev ne rast e. Erdogan dixwaze bi armanca pêkanîna Mîsaqê Millî haraet dike. Pêwiste, gelê Kurd weeke li dijî BAASê û Saddam helwest nîşan da, li dijhî dewelat Tirk jî nîşan bide.
Ji bo vê jî barekî mezin dikeve ser milê Hunermendên Kurd. Divê di nava hêzên siyasî yên Kurdistanê de bibin pirek, Bêguman divê mamostayên olî, helbelbestvan, sînamevan, nivîskar û rewşenbîrên Kurd teva li dijî êîrşên dagirkeiryê bi erka xwe rabin.
Hunermend Hemîd Urmiye d herî dazî got;Pêwiste Kurd zanibin ku mebesta dewleta Tirk Başûr e, PKKe bahen ye. Ez bang li hemû gelên Kurdistanê dikim ku helwestek tund nîşan bidin. Divê hunermed weke mertalên zindî derkevin pêş
Divê em hunermend hemû bi hev re biryarekê bidin ku seferberiyekê li Başûrê Kurdistanê bidin destpêkirin û aliyên siyasî bikin ku dawî li hevkariya bi dagirkerên Tirk re bînin.