Jinên ku tevlî komên xwendina pirtûka “Jin û Malbat” a Rêber Abdullah Ocalan dibin, destnîşan kirin ku ew bi xwendina pirtûkê xwe nas dikin, lêgerîna azadiyê didomînin.
Li taxa Eşrefiyê ya Helebê jinên ku tevlî komên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah dibin, li ser mijarên xwe “naskirin, îrade û azadiyê” lêhûrbûn dikin. Jinan piştî xwendina pirtûka Rêber Abdullah Ocalan a bi navê, “Çawa Bijî” niha jî dest bi xwendina pirtûka bi navê, “Jin û Malbat” kirin. Jin her wiha paraznameya Rêber Abdullah Ocalan a bi navê “Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî de/ Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” dixwînin.
Jinên endamên komînên girêdayî Meclisa Gel a Şehîd Cengîz a Taxa Eşrefiyê hefteyê carekê li hev kom dibin û pirtûka, “Jin û malbat” dixwînin. Piştî xwendina ku qasî saetekê dom dike jî, li ser mijara xwendinê bi pirs û nîqaşan nirxandinan dikin.
Di nîqaşan de jinan destnîşan kirin ku pergala kapîtalîst saziya malbatê hilweşandiye, lê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rêya rast nîşan dide û Tevgera Azadiya ji bo pêkanîna wê têkoşînek bêhempa dimeşîne.
Jinan bal kişandin ku bi tevgera azadiyê re jinan xwe nas kiriye, îradeya wan derketiye holê û di têkoşîna azadiyê re rolek girîng dilîzin.