Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser hesaba medyaya dijîtal ev daxuyanî da.
Di civîna herî dawî ya 5 sal berê ya îro de, birêz Ocalan diyar kir ku li Serêkaniyê û Girê Spî îhtîmala pevçûnan rû bidin, ew dikarin di nava hefteyekê de şer bi temamî biqedînin, eger nebe wê birînên kûr ên civakî vebin û aborî nikaribe vê rewşê ragire.
Lêbelê, Banga Ocalan a ji bo çareserî û diyalogê bê bersiv ma.
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî hevdîtina 5 sal berê ya bi Rêber Apo re qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re dest pê kiriye û wiha hate gotin:
Divê êdî bê dîtin ku sîstema tecrîda Îmraliyê bandoreke neyînî li her kesî dike, sîstema hiqûqê serûbin dike û hatiye qonexeke ku nikare bê meşandin.
Divê di zûtirîn dem de gavên demokratîk bên avêtin û li Îmraliyê hevdîtinên bi parêzeran re pêk were.