Çakaş: Desteya Çavdêrî û Îdarî mîna DGM’ê dixebite

 

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê -OHD, Yûsûf Çakaş li ser zextên li girtîgehan ji ANF’ê re axivî û got;

Desteya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê ji aliyê dozgerekî ve tê birêvebirin û hemû endamên li derveyî vî dozgerî karmendên dozger in; nikarin derveyî dengê dozger dengekî cuda bidin.

Deste li ser ferzkirina poşmaniya li girtiyên siyasî tevdigere. Ew ne dadgeh e, lê wek dadgehek taybet ya mîna DMG tevdigere.

Mejiyê DGM’ê û Desteya Çavdêrî û Îdarî weke hev e û bi mêjiyê, rewşa awarte haraket dikin.

Prz. Yusuf Çakaş got:Ji bo kesekî 30 salan li girtîgehê maye, ti nikare pirsa tu poşanî yan na bike. Ev pirs, ne karê îdareya girtîgehê, dozger û komîsyonê ye. Kesekî ku 6 sal û 3 meh ceza lê hatibe birîn, normal piştî 4 sal û 8 mehan bê berdan, lê ev komisyon, gelek caran girityên bi vî rengî car din ceza dikin. Nabe û nayê qebûl kirin.

Prz. Yuzuf Çakaş herî dawî got; Meseleyek ku tevahiya Tikriyê alaqadar dike heye, ew jî pirsa Kurd e. Neçareserî ji girtîgehê heta bi kolanan bandorê bike. Deste jî parçeyek ji vê yekê ye.

Girtî jî, ji ber Kurdbûna xwe poşamn nabin û mafê tu kesî nîne ku wan mecburî poşmaniyê bikin, ev biryar ya wan e.