Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand ku çeteyên ‘El Emşat’ yên dewleta Tirk a dagirker, li bajarê Mabata yê Efrînê 7 Kurd revandin.
Li gorî rêxistinê, çeteyên dewletaa Tirk, Mihemed Îzet Bekir (45) Xebat Îzet Bekir (38), Beşar Zuhêr Hemade (25), Diyar Şêx, Basil Henan Çîçeko (26), Dilo Ehmed Mistefa (39) û Elî Mixtar (45) revandine.
Rêxistinê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk adagirker, ji bo her revandiyekî fidye ji 300-500 dolarî ji malbatên wan xwestine.