Civaka Îslamî ya Kurdistanê -CÎK, bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û banga têkoşîna giştî kir.
CIKê got; Gelê Kurd civakeke ku di dîrokê de ji bo aştî, edalet û azadiyê têkoşiya ye. Dewleta Tirk a faşîst di hemû êrîşên xwe de, sivîlên bêguneh yên li herêmê dike armanc. Eşkere ye ku evêrîş hewldaneke dagirkeri û qirkirinê ye.
Xwedayê Mezin di Qur’anê de ferman dide û dibêje, ‘Kî canekê bikuje, weke ku mirovahî kuştî ye. Kî canekî rizgar bike, weke ku hemû mirovahiyê rizgar kiriye.” Ji ber vê yekê rabûna li dijî van êrîşên ku jiyana mirovên bêguneh dixe metirsînê, pêwîstiya mirovî û baweriyan e.
CIKê, dazanîn ku operasyonên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Başûrê Kurdistanê bi tevahî li dijî nirxên Îslamî ne û heram in.
Ji bo vê jî têkoşîna gelê Kurd ya li dijî van êrîşan helwesteke zelal û ferz e.
Gelê Kurd wê têkoşîna xwe ya li dijî vê dagirkeriyê, li ser bingeha rêgezên aştî û edaletê ya Îslamê bidomîne.
CIKê, bang li civaka navneteweyî, bi taybetî li cîhana Îslamî kir ku li dijî vê zilmê rabin, di çarçoveya edalet û mafên mirovaniyê, ji bo parastina nirxên olî û jiyana ku Xwedayê mezin daye her cannlidarî, bi berpirsiyariya xwe rabin: